Sereke

Tirkîya medê xweyî hindava Qerebagê venaşêre

Tirkîya derheqa veşartina medê xweyî hindava Qerebagê nafikire, çawa dewsa kirinên wêye bona Adirbêcanê. Wezîrê Tirkîyayêyî karên der Mêvlût Çaûşoglû dudê adarê li Enqerê rastî wezîrê Adirbêcanêyî çandê Anar Kerîmov hatîye. Derheqa wê yekêda asanja “Anadolû”-ê ragîhandîye. Çaûşoglû derheqa hazirîya Enqerêye fermîda daye dîyarkirinê, wekî Tirkîyayê alî bike ku cîhên mîrasa Adirbêcanêye çandî bidine dasekinandinê. Wezîrê tirk usa jî gotîye, wekî ewê li ser dikên navnetewî jî piştgirîyê bidine Adirbêcanê. Bekû çi cûreyî temîyên YÛNÊSKO-ê diqedîne, li ber çevaye. Bayloza YÛNÊSKO-ye sidqê qenc Mêhrîban Elîyêva tevî malxwê xwe, serokê Adirbêcanê wêne dane dîyarkirinê, ku çawa nivîsara bi herfên ermenî avîtine erdê û li ser sekinîne. Leşkerên azêrîya jî wî cûreyî kirine, agir barandine li ser heykelên ermenî, dêr wêran kirine, kevirên megbera şikanandine û û ew “mêrxsîyên” xwe torên sosîyalîda belav kirine.Bona tu kesî tiştê veşartinê nîne ku serokatîya Adirbêcanê çi cûreyî dixweze mîrasa çandî “bide dasekinandinê”. Ew yek usa jî li Nexçêvanê qewimî. Wî çaxî serokatîya Adirbêcanê bi têknîka giran destpê kirin mîrasa ermenîye çandî “bidine dasekinandinê”. Ewê salê YÛNÊSKO-ê tenê bangek belav kir. Niha serokatîya Adirbêcanê nahêle, ku wekîlên teşkîleta YÛNÊSKO-ê li wandera biqesidin û herine nehîyên okûpasîyakirî.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button