Sereke

Şuxulkarên Fransîyayêye civakî û sîyasî bang dikin ku dîlên ermenî aza berdin

Cêrge şuxulkarên civakî û sîyasîye li Fransîyayê bangî hemsedira koma Mînskê-Fransîyayê kirine ku hemû mecala bidine xebatê bona ku dîlên ermenîye leşkerî aza berdin.
“Heger hemsedirê koma Mînskê nikaribûye şêr bide sekinandinê, yan jî cangorîya biparêze, wî çaxî bila hema xala hûmanîtarîye nava elametîya derheqa agirbestêda çareserke”,-nava elametîya wan teşkîletada hatîye gotinê. Wana bîr anîye, wekî wextê prêss-konfêransa 26-ê sibatê, serokê Adirbêcanê elam kirîye, wekî ew girtîya çawa “têrorîst” hesab dike, çimkî girtina wana piştî 9-ê mijdarê bûye.
Serokê Adirbêcanê teribandina borcdarîya dike.Nêzîkbûna vî cûreyî gumana paşdahatina li ser jîyana berêye normal unda dike, ew jî piştî komkujîya Ermenîyaye sala 1915-a, ji kîjanê sed sal derbaz bûne”,-nava elametîyêda hatîye gotinê. Ew dibêjin, wekî paşdahatina dîlên leşkerî “pirseke usaye, tê bêjî qewilekî bona îzbatbûna aşîtîyêye bi rêya hevraxeberdanaye”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button