Sereke

Bêqezîyabûna li herêmê hedimîye: cîgirê wezîrê karên der

Pirsa sîyasîya Ermenîstanêye karên dere girîng, dîsa helkirina pirsgirêka Qerebagêye ku ew nava dorana hemsedirtîya koma Mînskêda mîyaserbe. Derheqa wê yekêda cîgirê wezîrê Ermenîstanêyî karên der Armên Gêvondyan li parlamêntê gotîye.
Bi gotina wî, nava cêrga pirsên serekeda usa jî naskirina komkujîya Ermenî û gunehkarkirina wêye. Cîgirê wezîr daye dîyarkirinê, wekî niha li herêma Kavkaza Başûr halekî nû pêşda hatîye. Atmosifêra bêqezîyabûnêye berê hedimîye, nava heleqetîyên dualî û piralîda pirsgirêkên nû pêşda hatine.Çawa menîya vê yekê, cîgirê wezîr şerê Tirkîyayê û Adirbêcanêye dijî Arsaxê hesab kirîye. Cîgirê wezîr usa jî rola Rûsîyayêye nava xweykirina agirbestê, çareserkirina bêqezîyabûnê û helkirina pirsên hûmnîtarîda girîng hesab kirîye.Ewî daye dîyarkirinê,wekî nava hemû têmada hevkarîya tevî Rûsîyayê heye.
Cîgirê wezîr usa jî daye dîyarkirinê, wekî sala derbazbûyî, nenihêrî ketina êkonomîka hemdinîyayê, nava deh mehada li hev hatîye himberî sala 2O19-a bi O,6 prosênta paşkevin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button