Sereke

“Mêdîya dîfêns”-ê topbarankirina rojnamavanaye li Qerebaga Çîya wê erzê raberke

“Mêdîya dîfêns”-ê” kîjan ya Brîtanîya Mezine, ji navê çar binelîyên Ermenîstanêye sîvîl li Qerebaga Çîya erze raberî dadgeha Strasbûrgê kirine, kîjan wextê ji alîyê qewatên azêrîya hatine êrîşkirinê. Hersê rojnamavanên birîndarbûyî îzbat dikin, wekî wextê êrîşkirinê, Adirbêcanê parastina mafên mêriv yên Avropayê teribandine.
“Ev şuxul bona rojnamevanên Ermenîstanê girîngîke stratêcîye. Sala 2O2O-î meha cotmehê li Arsaxê ji alîyê qewatên azêrîya nava encamên topbarankirinêda şeş rojnamevan birîndar bûne, rêberê rojnamevan hatîye kuştinê.
Rojnamevan ne hedefên leşkerîne, bêqezîyabûna wan gerekê bê parastinê, çimkî ewana li zona dew-dozê emirê xwe dikine bin qezîyayê.Ez kubarim bibim endamê vê komê, kîjan ji hukumata Adirbêcanê hîvî dikin, ku mafê rojnamevan nas bike”.
Vê êrîşê nehişt ku rojnamevan karên xwe bikin, dema pevçûyînêda ji alîyê Adirbêcanêda yek jî ji gelek êrîşên dijî mêdîyayê bû. Em gumanin, wekî dadgehê mecalên bona rojnamevana peydakin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button