Sereke

Parlamêntvanên Adirbêcanê hindava parêzerê Ermenîstanêyî mafên mêrivda bêhurmetkirinên êkstrêmîstî belav dikin

Parlamêntvanên Adirbêcanê hindava parêzerê Ermenîstanêyî mafên mêrivda bêhurmetkirinên êkstrêmîstî belav dikin, girêdayî wê yekêra wekî Arman Tatoyanê mafparêz, înformasîyayên girêdayî teribandina mafên binelîyên li ser sînorên Ermenîstanêra. Derheqa wê yekêda Arman Tatoyanê mafparêz rûpelê xweyî fêysbûkêda nivîsîye.
“Mafparêzê Ermenîstanê Arman Tatoyan merivekî nezan û gelekî xirabe”,-parlamêntvanê miclîsa Adirbêcanê gotîye.
“Ew dikeve nava hîstêrîyayê, dewekarîya pêşda dikişîne, derheqa kîjanada merivê normal wê nefikirîya. Ev hemû tişt nîşanên şîzofêrnîyayêne”,-şuxulkarê azêrîyî başqe derheqa Tatoyanda gotîye.
Anegorî prêssa Adirbêcanê, “Tatoyan bi roja têma derheqa dîlada zêde dike û hevalkarên bîyanî dide hêrsxistinê”.
Xêncî van gotina, cêrge merivên wekîlên azêrîya derheqa Arman Tatoyanda bêhurmetkirinên cûre-cûre belav kirine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button