Sereke

Bêqezîyabûna stansîya Ermenîstanêye atomî bi saya heyîna sîstêmên parastina hewê hatîye garantîyakirinê: pêşezan

Li Moskvayê, Nîkol Paşînyanê serekwezîr, wextê hevdîtina tevî serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn, pirsa derheqa xebatên bona stansîya atomîye nû girîng hesab kirîye û ev yek tiştekî silavkirinêye, ku pirs wextê hevdîtina li ser dereca bilind hatîye bilindkirinê. Derheqa wê yekêda pêşezanê Ermenîstanêyî ênêrgêtîkayê Ara Marcanyan gotîye. Ewî daye dîyarkirinê, wekî niha li Ermenîstanê rêaktora rûsîye atomî dixebite û wê rêaktorê da kifşê, wekî ew bi guman dikare here kêm 5O-î salî bixebite. Rûsîya vî alîda welatê dinîyayêyî pêşkeftîye.
Bi xeberdana derheqa qayîlnivîsara hevkarîya Ermenîstanê û Yektîya Avropayêda, anegorî kîjanê têra tê dîtinê stansîya Mêsamorêye atomî bidine sekinandinê, ewî daye dîyarkirinê, wekî qayîlnivîsar hatîye îmzekirinê û ew yek tevî Yektîya Avropayê û teşkîleta “Yûroatom”-ê hatîye îmzekirinê.Xala qayîlnivîsarêye 42-da hatîye dîyarkirinê, wekî stansîya Ermenîstanêye atomî gerekê bê girtinê, lê wede nayê kifşkirinê.Wê xalêda usa jî hatîye gotinê, wekî dewsa stansîya atomîye niha, gerekê yeke nûye dîsa bi wê qewatê bê çêkirinê.
Lê gelo dikarin dewsa stansîya atomî, stansîyayên tevê cîhwarkin? Ara Marcanyan gotîye, wekî stansîyayên tevê nikarin bi wê qewatê bixebitin. Dewsa stansîya atomî dikarin tenê stansîya nû çêkin, yan jî hîdroêlêktrostansîya mezin çêkin. Lê bona hîdroêlêktrostansîyayê mecala gêografîye wî cûreyî tune. Çi ku derheqa wê yekêdane, ku welatên cînar bona çêkirina stansîyayên atomî tevî kîjan welata hevkarîyê dikin, Marcanyan gotîye, wekî Tirkîya bi deha sala derheqa stansîya atomîda difikire û niha jî Rûsîya li Tirkîyayê stansîya nû çê dike. Xêncî Ermenîstanê li herêmê usa jî stansîya Îranêye atomî heye, ya kö bi alîkarîya Rûsîyayê hate çêkirinê. Ji alîyê leþkerîda kö bi çiqasîva xebata stansîya atomî çareserkirîye. Ara Marcanyan daye bawarkirinê, wekî bêqezîyabûna stansîya Ermenîstanêye atomî derbên ji hewê tê parastnê, bi saya sîstêmên parastina hewê.
“Hedefkirina stansîya atomî wê usa jî bona wan welata qezîyabe, yên ku bixwezin wê yekê bikin û ew yek dikare tenê wî çaxî biqewime, heger rastî merivên dîn bên”. Wextê şerê 44 rojê ji Bekûê elametîyên wî cûreyî hatine bihîstinê, lê tu tiştekî konkrêt nehate kirnê”,-Ara Marcanyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button