Sereke

Paşînyan gotîye ku girêdayî pirsa vaksîna “Sputnik V “-ra tevî Pûtîn çi pevketine

Serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan elam kirîye wekî tevî serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn bona dayîna vaksîna rûsîye “Sputnik V” bi hevra pevketine.
“Koma vaksînayêye ewlin hatîye Ermenîstanê, ya ku bona 15 OOO merivîye, lê em hewcê mîlîonane. Em tevî serokê Rûsîyayê pevketine, wekî Ermenîstanê vaksînayê bistîne”,-Paşînyan wextê hevpeyvîna tevî têlêvîzîona “Rossîya 1”-ê gotîye.
Ewî daye dîyarkirinê, wekî roja îroyîn navê vaksîna rûsî li dinîyayê bilind dibe û li Ermenîstanê jî bi aminayî nêzîkî wê dibin.
Em bêjin, wekî 8-ê adarê vaksîna bona 15 OOO merivî ji Rûsîyayê hatîye Ermenîstanê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button