Sereke

Nîkol Paşînyan dikare dîlên leşkerî paşda vegerîne: parlamêntvanê “Gava min” Alêksêy Sandîkov

Bona tu kesî tiştê veşartnê nîne, wekî Rûsîyayê nava dew û doza Qerebagêda rola navçîgarîyêye here mezin hildaye ser xwe û pirseke girîng ya hevdîtina serokên herdu welata, ya dîlên leşkerî bû. Derheqa wê yekêda parlamêntvanê ji fraksîya “Gava min” Alêksêy Sandîkov gotîye û serda zêde kirîye, wekî Adirbêcan dijwarîyên zêde saz dike û rûyê wê yekêda helkirina pirsê tê paşdaêxistinê.
Ewî bi hêvîdarî gotîye, wekî Nîkol Paşînyan dikare dîla paşda vegerîne: “Bi fikira min ew dikare, çimkî li vir gilî ne ku derheqa merivekîdane, lê derheqa temamîya dewletêdane. Eva berjewandîya dewletêye û ez têra dibînim, wekî serokê dewletê hemû tiştî dike û dixweze, pêra jî borcdare wê pirsê helke”,-Sandîkov gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button