Sereke

Êrîşa ser Ermenîstanê êrîşa ser Rûsîyayêye: Paşînyan

Nîkol Paşînyanê serekwezîr daye dîyarkirinê, wekî bi wê fikirdarîyê ku di navbera ermenîya û rûsada peymanên leşkerî hene, êrîşa li ser Ermenîstanê, êrîşa ser Rûsîyayêye. Derheqa wê yekêda Nîkol Paşînyan li parlamêntê gotîye.
“Em gerekê bidine kifşê, wekî pirsa çareserkirina bêqezîyabûna Ermenîstanêye der, tifaqa ermenîya-rûsaye leşkerîye ya ku bi çend deh peymanên leşkerîva hatîye qewîkirinê. Wî alîda pareskerên ermeîya-rûsaye tevayî girîngin û pêra jî li herêma Kavkazê sîstêma ermenîya-rûsaye parastina hewê heye. Bi fikirdarîya wê yekê tê kifşê wekî êrîşa ser Ermenîstanê dide kifşê, wekî ew êrîş ser Rûsîyayêye û herdu welat gerekê li ber wê yekê ber xwe bidin”,-Paşînyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button