Sereke

Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî bona êrîşa ser Hewlêrê nerihete

Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî girêdayî êrîşa ser Hewlêra nerihetîya xwe daye diyarkirinê. Wekîlê dêpartamênta dewletê Nêd Prays Twittêrêda nivîsîye:”Em girêdayî êrîşa ser Kurdistana Îraqêra, nerihetin.Cimeta Îraqê wedekî dirêj ji teribandina serxwebûna xwe zêrîyaye”,-Prays nivîsîye.
Em bêjin, wekî 14-ê nîsanê firegeha Hewlêrêye navnetewî hatîye êrîşkirinê.Hatîye dîyarkirinê,wekî êrîş bi dironê hatîye mîyaserkirinê û hedefa sereke baza koalîsîyona navnetewî bûye. Hatîye dîyarkirinê, wekî zyankêş tunene, lê avayî zyana matêrîyalî stendîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button