Sereke

Hukumata Almanîyayê dîna xwe dide prosêsa “Îşê Koban”-ê

Girêdayî prosêsa mehkemêye bi navê wa gotî “Îşê Kobanê”-ra, hukumata Almanîyayêye Fêdêral bi hêvîdarî gotîye,wekî wextê prosêsa mehkemê gerekê qeyde-qanûn bêne xweykirinê.Wekîlê hukumata Almanîyayêyî pirsên mafên mêriv û piştgirîya hûmanîtarî Bêrbêl Koflêr gotîye: “Kirinên serokatîya Tirkîyayê çendik-çend cara ji alîyê civaka navnetewîda hatine rexnekirinê. Gilî derheqa kirinên dijî partîya Dêmokratîk, ya Geladaye û prosêsa mehkemêye ku li Enqerê destpê bûye, bona wê yekê derbaz dibe, ku menîyên tragêdîya qewimî lêkolînkin, ya ku sala 2O14-a qewimîye. Kî ku dicêribîne azaya sîyasî çawa xirabkarî hesabke, ew meriv êrîşê dibine ser hîmê dêmokratîyayê”. Ewî daye dîyarkirinê, wekî ewê bi guhdarî dîna xwe bidine wê prosêsê û ew hîvîyêne wekî qanûnê bêne xweykirinê. Bêrbêl bangî Tirkîyayê kirîye, ku îşê dijî Salhedîn Dêmîrtaş pêşda nebin û anegorî qanûna mehkema Avropayêye mafên mêriv wî aza berdin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button