Sereke

Dîlên ermenî li Adirbêcanê zêrandine: melûetîyên nû wê li mehkema Avropayêye mafên mêriv bên raberkirinê

Dîlên ku ji Adirbêcanê paşda vegerîyane Ermenîstanê, pêşda li Adirbêcanê hatine zêrandinê. Derheqa w yekêda wekîlê Ermenîstanêyî li mehkema Avropayêye mafên mêriv Yêgîşê Kîrakosyan gotîye.
“Nava doranên îşê pêşdakişandîda, cêribandinên doxtirîyê hatine mîyaserkirinê. Mixabin, hene meriv, yên ku hatine zêrandinê.Li ber çevaye, wekî ew yek bi zanebûn hatîye kirinê”,- Kîrakosyan gotîye.
Hemû şedetî, bi gotina wî, hatine berevkirinê û wê wana raberî mehkema Avropayêye mafên mêriv bikin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button