Sereke

“Min her dem derheqa wê yekêda zelal gotîye, ku ez çiqasî dixwezim ku komkujîya Ermenî bê naskirinê”: Kîm Kardaşyan

Dengekî ku li dinîyayê gelekî tê guhdarkirinê, Kîm Kardaşyan her dem derheqa komkujîya Ermenîda gilî dike. Înstagramêda ewê elametîya nû belav kirîye û gotîye wekî Ştatên Amênîkayêye Yekbûyî cara ewlin komkujîya Ermenî nas kirîye û pêra jî nivîsîye:”Min her dem derheqa wê yekêda zelal gotîye, ku ez çiqasî dixwezim ku komkujîya Ermenî bê naskirinê”.
Kîm Kardaşyanê usa jî ew banga Şêra dengbêj cîhwar kirîye, kîjanêda hatîye dîyarkirinê,wekî 24-ê nîsanê roja bîranîna cangorîyên komkujîya Ermenîye: “Sozê xwe xweykin, ku tu cara bîr nekin”.
Çend roj pêşda Kîm Kardaşyanê nama razalixîyê serokkomarê Ermenîstanê Armên Sargsyanra şandibû.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button