Sereke

Serokkomarên Ermenîstaênye duem û sêem pêşnîyara Lêvon Têr-Pêtrosyan înkar kirine

Serokkomarên Ermenîstanêye duem Robêrt Koçaryan û yê sêem Sêrj Sargsyan ew pêşnîyara Lêvon Têr- Pêtrosyan înkar kirine, ku hersê serokên berê bi hevra herine hilbijartina.
“Me îdî cûrê tevbûnêye nû hilbijartîye”,-ji ofîsa Koçaryan elam kirine. Ofîsa Sêrj Sargsyan jî bîr anîye, wekî partîya wan tevî partîya “Weten” koalîsîya saz kirîye.
Serokê Ermenîstanêyî ewlin Lêvon Têr-Pêtrosyan diha pêşda têksta wê elametîyê belav kiribû, ya ku ewî pêşnîyarî serokên Ermenîstanê û Arsaxêye berê kiribû, ku wê yekê îmzekin.
Lêvon Têr-Pêtrosyan pêşnîyarî Robêrt Koçaryan û Sêrj Sargsyan kiribû, ku bêyî tu prînsîpa bibin yek û bi navnîşa bi navê “Tifaqa qayîlîya miletîyê” tevî hilbijartinên parlamêntê bibin.
“Ez îro dîsa wê pêşnîyarê diwekilînim. Ez hêvîdarim, wekî ew progiram ya bûyînêye û ew jî rîya tek-tenêye ku ji qezîyayên nû dûr bimînin”,- Lêvon Têr-Pêtrosyan nivîsîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button