Sereke

Li hebsên Ermenstanê merivê bêsûc tune: Paşînyan

Nîkol Paşînyanê borcbirê serekwezîrê Ermenîstanê gotîye,wekî li hebsên Ermenîstanê merivê bêsûc tune. Derheqa wê yekêda Paşînyan wextê gotûbêjkirinên li parlamêntê gotîye.
“Nava goveka edaletêda jî me guhartin mîyaser kirine. Roja îroyîn hebsada himberî berê kêm meriv hene.Ev yek encamên guhartinên mene. Ez difikirim, wekî nava goveka edaletêda em gihîştine guhartina here girîng.Em li ser xwe guman dikarin bêjin, wekî roja îroyîn li hebsa merivê bêsûc tune”,-Paşînyan gotîye.
Bi fikira Paşînyan, pirsgirêka here mezine nava goveka edaletêda her dem ew bûye, wekî gelek meriv, yên ku gerekê hebsada nîbûna, nava wanda bi menîyên sîyasî jî, hebsada bûne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button