Sereke

Pûtîn derheqa Nexçêvanêda “got”: elametîya Elîyêve hêrs

Elametîyên şuxulkarên ermenîye cuda-cuda, yên derheqa dasekinandina yektîya têrîtorîyayên Arsaxê, paşdaanîna Şûşîyê û Hadrûtêda hêrsa admînîstrasîya Elîyêv rakirine. Tiştekî hewaskare, wekî prêssa ermenî li Adirbêcanê qedexekirîye û Elîyêv bi hevpeyvîna xwe elametîyên şuxulkarên ermenî, bona aûdîtorîya hundur, çendbare kirîye û bi wê yekê tirs tê texmînkirinê. Usa jî hewaskare wekî Elîyêv tevî serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn bi têlefonê xeberdaye, wextê kîjanê pirsên rojeva dualî hatine gotûbêjkirinê. Bi texmîn, Elîyêv bona elametîyên ji Ermenîstanê stendî gazinê xwe kirîye û piştî wê yekê, wextê hevpeyvînê derheqa qisa tevî Pûtîn xeberdaye. Ji wê hevpeyvînê meriv tê ser vê fikirê.
Ewî elam kirîye, wekî heger ermenî ji gotinên derheqa Şûşîyê û Hadrûtêda bicêribînin derbazî gavên praktîkbin, wî çaxî Adirbêcanê cîda tune bike û ewê bona wan bibe xwekuştin.Ewî gotîye, wekî sûbyêkta Qerebaga Çîya tune, pirsgirêk helkirîye û paşdahatina li ser wê pirsê bêfikire. Heger dew-doz helkirî nîne, lê helkirina wê wê çi cûreyîbe? Gelo ew yek dide kifşê, wekî elametîya 1O-ê mijdarê îmzekirî qewata xwe unda kirîye? Dêmek, ez wî cûreyî dikarim fem bikim, wekî ewî gotîye, serda zêde kirîye wekî dokûmênta 1O-ê mijdarê dokûmênta helkirina dêfaktoye. Ewî usa jî gotîye wekî hinek welat dixwezin statûsê bidine ermenîyên li Qerebagê, bila hema ew jî li welatê xwe cîh bona ermenîya bibijêrin, bila ew hêrsa me ranekin, ewî gotîye. Elîyêv çûbû Nexçêvanê, ku bi gotina xwe “Halê sivdera Zangêzûrê ji alîyê Ordûbadêda binihêre bona ku Zangêzûrê Nexçêvanê û Tirkîyayêva bidine girêdanê”. Elîyêv daye dîyarkirinê wekî derheqa pirsa rîya hesinîda tevî Ermentîstanê xeberdan tune, çimkî rîya Ermenîstanêye hesinî ya Rûsîyayêye.
Ev yek dide kişfê, wekî Elîyêv xeberdana xweye tevî Pûtîn raber dike û elametîyên Pûtîne derheqa xwekuştinêda diwekilîne.
Tirs ji cîhê vala nayê. Dasekinandina sînorên sala 1994-a, paşdaanîna Şûşîyê û Hadrûtê pirsên rojane. Nîşanên ji Ermenîstanê hêrsa Elîyêv radikin û ew derheqa gelek tiştîda dibêjin. Meriv dikare bîne ber çevê xwe, ku halê wî wê çi cûreyîbe, dema ku nîşanên diha berbiçev pêşda bên.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button