Sereke

Ermenîstan hêvîdare ku wê piştgirîya Îrana dost bistîne ku Adirbêcan terka kirinên xweye provokasîyon bide:baylozê Ermenîstanêyî li Îranê

16-ê gulanê baylozê Ermenîstanêyî li Îranê Artaşês Tûmanyan rastî wezîrê Îranêyî rîya û bajarçêkirinê Mehmed  Êslamî hatîye. Tûmanyanê bayloz derheqa halê li ser sînorê ermenîya-azêrîyada raber kirîye û gotîye, wekî Ermenîstan hêvîdare ku Îrana dost wê piştgirîyê bide ku Adirbêcan terka kirinên provokasîyone dijî yektîya têrîtorîyayên Ermenîstanê bide. Alîya usa jî pirsên derheqa rîya ji Îranê berbi behra Reş gotûbêj kirine. Êslamîyê wezîr derheqa hazirîya serokatîya Îranêda daye dîyarkirinê û gotîye wekî Îranê nava pirsa rîya transportêye kifşkirîda piştgirîyê bide, ya ku wê ne tenê alî pêşdaçûyîna êkonomîkî, lê usa jî çareserkirina bêqezîyabûnê bike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button