Sereke

Îran hesab dike wekî guhartina sînorê Ermenstanê tiştê qebûlkirinê nîne

Komara Îranêye Îslamî tu guhartineke herêmî qebûl nake û hesab dike, wekî yektîya têrîtorîyayên welatên herêmê gerekê bê xweykirinê.Derheqa wê yekêda serokê komîsîya parlamênta Îranêye bêqezîyabûna miletîyê û sîyasîya der Moctaba Zolnûrî elam kirîye, dema ku ewî derheqa halê li ser sînorê ermenîya-azêrîya xeberdaye. Serokê komîsîyayê daye dîyarkirinê, wekî herdu welat jî gerekê yektîya têrîtorîyayên xwe biparêzin. Bi gotina wî, Îran piştgirîyê dide tabîya Adirbêcanê, ya derheqa xweykirina yektîya têrîtorîyada û usa jî tabîya Ermenîstanê diparêze, ya derheqa yektîya têrîtorîyada.

“Em du welatên cînarin û bi hesabhildana halê pêşda, em piştgirîyê didine yektîya têrîtorîyayên herdu welata”,-Zolnûrî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button