Sereke

Ermenîstanê gavên usa bavêje ku mîyaserkirên xirabkarîyên nava şêrda li ber edaleta navnetewî bidine sekinaninê:wezîreta karên der

Wezîreta Ermenîstanêye karên der rêzolyûsîya parlamênta Avropayêye qebûlkirî, ya derheqa dîlên ermenîye li Adirbêcanê, şirove  kirîye.Wezîreta karên der daye dîyarkirinê, wekî rêzolyûsîya bi piranîya denga hatîye qebûlkirinê, kîjnêda derheqa dîlên ermenîda hatîye rabekirinê û hatîye dîyakirinê, ku li zona dew-doza Qerebagê çi qewimîye. Rêzolyûsîyayêda dew hatîye kirinê, ku hemû dîlên ermenîye leşkerî û merivên sîvîl aza berdin, yên ku wextê şerê Arsaxê û piştî şêr dîl ketine. Bangî hukumata Adirbêcanê kirine, ku temamîya navnîşa wan meriva berevkin û derheqa halê wanda bi hûrgilî bidie kifşê. Hatîye dîyarkirinê, wekî dîlên ermenî nava qewilên nuxsankirinêda dimînin, tên zêrandinê û bo wê yekê jî parlamênta Avropayê vî hemû tiştî gunehkar dike. “Ev rêzolyûsîya parlamênta Avropayê careke mayîn dide kifşê,wekî bi xebitandina qewatê nikarin dew-doza Qerebagê bidine helkirinê û cimeta Arsaxê ji mafên wan dûr bihêlin, nava wanda usa jî mafê xweqirarbûnê”,- nava elametîya wezîretêda hatîye gotinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button