Sereke

Nêzîkî sed malbetên îraqî ji qampa Sûrîyayêye “Al Xol”-ê hatine derxistinê

25-ê gulanê Îraqê nêzîkî sed malbetên îraqî ji qampa Sûrîyaêye    “Al Xol”-ê birine cem xwe. Hejmara wan meriva gihîştîye 381 merivî, yên ku bin kontrola leşkerên îraqîda çûne Îraqê. Hatîye dîyarkirinê, wekî wê wana li qampeke ser têrîtorîya Îraqê cîhwar bikin.Pêşda elametî hatibûne belavkirinê, wekî ji qampa “Al Xol”-ê wê nêzîkî 5OO malbetên îraqî cîguhartî  bibin. Usa jî hatibû gotinê, wekî van meriva wê li qapa “Al Cada”-ê, li Mûsilê, cîhwar bikin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button