28-ê gulanê roja Komara Ermenîstanêye ewline
28-ê gulanê Ermenîstan roja Komara ewlin dide kifşê. 28-ê gulana sala 1918-a, şêwira Ermenîye miletîyê derheqa sazbûna Komara Ermenîstanêye serbestda elam kir. Ev cejin bi fermî ji sala 1992-da tê dîyarkirinê. Ew yek sîmvola dewleta ermenîye. Evê rojê nevsên Ermenîstanêye derecebilind, wekîlên hêzên sîyasî û merivên başqe li Serdiravê diqesidin.
Bi dînaxwedayîna dîrokê, em dibînin, wekî 26-ê gulana sala 1918-a, hêzên ermenî hindava eskerê tirkada ser ketin û nehiştin ku tirk bikevine Qafqasîyayê û pêra jî Ermenîstan ji tunekirinê xilaz kirin. Piştî hilweşîna Komara Pişkavkazêye tifaqdarîyê, 28-ê gulanê “Şêwira ermenîye miletîyê” derheqa komara Ermenîda elam kir.
Ew komara Ermenîstanê du sala jîyan kir, hetanî 2-ê kanûna sala 192O-î, dema ku eskerê Sor ketine Yêrêvanê û Komar hate sovêtîzasîyakirinê.
Li ser hîmê Komara Ermenîstanêye ewlin, ew pêşeşert çê bûn, kîjana sala 1991-ê Ermenîstanêra serbestîya nû, û serkeftinên nû anîn.