Sereke

Paşînyan û serekwezîrê Bêlcîkayê paşdavegerandina dîla û helkirina pirsgirêka Qerebagêye nava dorana koma Mînskêda girîng hesab kirine

Li Bryûsêlê borcbirê serekwezîr Nîkol Paşînyan rastî serekwezîrê Padişatîya Bêlcîkayê Alêksandr Dê Kro hatîye. Armênprêssê ragîhandîye wekî wextê hevdîtinê derheqa pêşxistina heleqetîyên sîyasî û êkonomîkîye di navbera Ermenîstanê û Bêlcîkayêda xeberdan çûye. Nîkol Paşînyan û Alêksandr Dê Kro derheqa berfirehkirina tevgirêdanên kirîn-frotanê, mîyasekirina bernamên tevayîye nava goveka êkonomîda û werguhastinên dêmokratîke li Ermenîstanê dane dîyarkirinê. Alêksandr Dê Kro gotîye, wekî mîsîya Bêlcîkayêye kirîn-frotanê têra dibîne ku seredana li Ermenîstanê mîyaserke, ya ku pêrspêktîvên pêşkeftina heleqetîyên herdu  welata wê lêkolîn bike.Xeberdan usa jî derheqa provokasîyayên hêzên azêrîyaye li ser sînorên Ermenîstanê û Adirbêcanê çûye.Serekwezîrê Bêlcîkayê daye dîyarkirinê, wekî ew yek xemgînîyê pêşda tîne û pirsgirêk merkeza guhdarîya wandane. Alîya ew yek girîng hesab kirine, wekî dîlên leşkerîye ermenî, yên ku li Adirbêcanê tên xweykirinê, gerekê bêne paşdavegerandinê û şuxulkarîya helkirina pirsgirêka Qerebagê gerekê nava dorana koma Mînskêda careke mayîn bê destpêkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button