Sereke
Vahan Kêrobyan baylozê Îranêyî li Ermenîstanê qebûl kirîye
Borcbirê wezîrê Ermenîstanêyî êkonomîkayê Vahan Kêrobyan baylozê Îranêyî li Ermenîstanê Abas Zohûrî qebûl kirîye. Tevî hevdîtinê bûne usa jî cîgirên wezîr Varos Sîmonyan û Narêk Têryan. Vahan Kêrobyan daye dîyarkirinê, wekî hevkarîya tevî Îranê van dawîya diha aktîv bûye.Wextê seredanên dêlêgasîyayên li Ermenîstanê nava êkonomîkayêda gelek pevketin hatine destanînê. Bayloz daye dîyarkirinê, wekî alîyê Îranî xerîta rê ya mîyaserkirina bernamên tevayî hazir kirîye,nava kîjanada bernamên pêşin hatine pêşnîyarkirinê.Xebedan derheqa govekên kirîn- frotanê, senayê, dermançêkirinê, tûrîzmê û govekên mayînda çûye.