Sereke
Êrîşa nû li ser cêrga avtomaşînên koalîsîyona navnetewî
Rûyê teqîna mînêda, ya ku li ser rê hatibû cîhwarkirinê, sê meriv birîndar bûne. Ev yek wextê derbazûbna cêrga avtomaşînên koalîsîyona navnetewîye li provînsîya Dî Karê qewimîye. Du îaraqî û merivekî bîyanî birîndar bûne. Bona van êrîşên li ser koalîsîyona navnetewîye li Îraqê, tu kes cabdarîyê hilnade ser xwe, lê Waşîngton komên şihîyaye ku piştgirîya Îranê distînin, gunehkar dike.