Sereke

Rojnama “Komara Ermenîstanê”: dîlên ermenîye leşkerî bona Adirbêcanê karta lîstikêne

“Ew çi ku li Adirbêcanê dijî dîlên ermenî tê kirinê teribandina mafê navnetewî û hûmanîtarî ye. Ew yek anegorî îmîca têrorîzmê ye û Adirbêcan jî dicêribîne wan xirabkarîyên xwe veşêre. Anegorî elametîya 9-ê mijdarê dîlên ermenî gerekê bihatana paşdavegerandinê, lê îdî ji hevt meha zêdetir e ku ji wana gelek ne tenê nehatine paşdavegerandinê, lê serbara serda dijî wan, li ser hîmê gunehkarkirinên feş, prosêsên mehkemê derbaz dibin. Adirbêcan dîlên ermenî bona mîyaserkirina bernamên xweye sîyasî dide xebatê. Şedetîya wê yekê hema beşeke qisa wextê seredana Îlham Elîyêv û serokê Tirkîyayê Receb Tayb Êrdogane li bajarê Şûşîyêyî dagirkirî dide, li kîderê Êrdogan û Elîyêv  dewsa paşdavegerandina dîlên ermenî pirsa xerîtên topraxên Arsaxêye mînkirî gotûbêj dikin…”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button