Sereke

Hêzên ŞAY bersiva êrîşa rokêta daye û ew yek çawa xweparastin mîyaser kirîye

Koalîsîyona navnetewîye dijî DAÎŞ-ê îzbat kirîye wekî hêzên Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyîye li Sûrîyayê, bi rokêta hatine êrîşkirinê.Wekîlê koalîsîyonê Wêyn Marotto elam kirîye wekî leşkerên  Ştatên Yekbûyîye li Sûrîyayê bersiva wê êrîşê dane û wî cûreyî xwe parastine. Ewî gotîye, wekî  ŞAY bi artîlêrîyayê bersiva wê êrîşê daye.

Pêşda hatibû ragîhandinê, wekî li provînsîya Sûrîyayêye Dêyr Zorê, li nêzîkî bîra neftêye “Omar”-ê, leşkerên amêrîkî hatine êrîşkirinê. Derheqa zyanêda înformasîyon tunebûne. Teşkîleta Sûrîyayêye mafparêz daye dîyarkirinê, wekî komên rezedilvanên piştgirên Îranê piş wê êrîşê sekinîne, yên ku pêşda ji alîyê teyarên  ŞAY-da hatibûn êrîşkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button