Sereke

Adirbêcan bi elametîyên xweye neçêkirinêva pevketina sêalî diteribîne

Nava van herdu mehên dawîda li ser sînorê ermenîya-azêrîya du cangorîyên Ermenîstanê hebûne. Derheqa wê yekêda borcbirê serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan gotîye û pêra jî serxweşî daye malbetên cangorîya.Ewî bi wê yekêva tevayî guhdarîya Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîv û welatên hemsedirên koma Mînskê teglîfî li ser vê yekê kirîye.

«Adirbêcanê borcdarî hildane ser xwe, lê hetanî roja îroyîn dîlên meye leşkerî paşda venegerandine. Bi hevkarîya tevî hevalkarên meye navnetewî, me karibûye 1O4 dîlên leşkerî paşda vegerînin.Emê xebata bona paşdavegerandina dîlên xwe berdewamkin. Vekirina rêyên herêmê, dîyarkirina sînora wê çawa pirsên meye sereke bimînin»,- Paşînyan gotîye.

Bi gotina wî, Adirbêcan bi elametîyên xweye neçêkirinêva peymana 9-ê mijdara sala 2O2O-ye sêalî diteribîne. Ev yek usa jî dijî wan hêzên navnetewîye, yên ku hewaskarin ku li herêmê aşîtî û qewînbûn îzbatbe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button