Bûyarên ku Adirbêcanê teşkîl kirine, îzinê nadin ku xebatên kişfkirina sînor destpêkin:Paşînyan
Bûyarên sala derbazbûîye li herêmê rastîke nû pêşda anîne. Derheqa wê yekêda borcbirê serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan wextê hevdîtina tevî serokê Şêwira Avropayê Şarl Mîşêl, gotîye.
«Pêwîste bidine kifşê, wekî xebitandina qewatê û barbarîyên mîyaserkirî nikarin îzinê bidin ku dew-doz bê helkirinê, helkirina kîjanê tenê bi rîya hevraxeberdana û nava doranên hemsedirtîya koma Mînskêda dikare bibe.Nava vê hemtêkstêda ez girîng hesab dikim elametîya hemsediraye 13-ê nîsanê bîr bînim, bi kîjanê ew bangî alîya dikin ku li ser prînsîpên dew-dozê dîyaloga sîyasîye ser dereca bilind destpêkin»,- Paşînyan gotîye.
Ewî daye dîyarkirinê, wekî eva îdî serê çend salaye ku ewî elametîya derheqa destpêkirina hevraxeberdanada slav kirîye û Ermenîstan hazire hevraxeberadana destpêke, lê Adirbêcan tu bersiv nedaye. Bi gotina Paşînyan, anegorî înformasîyayên stendî, meremê Adirbêcanê heye li Arsaxê û li ser sînorê ermenîya-azêrîya pevçûyînên leşkerîye nû destpêke, û em wê yekê li ser sînorê ermenîya-azêrîyaye li beşa Nexçêvanê, dibînin.