Sereke

Yê herî yaşê xweda mezin 1O2-salîye: gelo li Ermenîstanê çend meriv cara duem bi koronavîrûsê nexweş ketine?

Ji destpêka nexweşîya koronavîrûsê li Ermenîstanê hetanî tebaxa sala 2O21-ê nêzîkî 1OOO merivî cara duem nexweş ketine. Derheqa wê yekêda ji wezîreta Ermenîstanêye saxlemîxweykirinê elam kirine.

Anegorî hesabên 4-ê meha tebaxê, hejmara nexweşaye tomerî 23O 9O3 merive. Ji nexweşîyê 4625 meriv wefat bûne, lê merivên ku bi koronavîrûsê nexweş ketine, lê bi menîyên başqe wefat bûne, hejmara wan gihîştîye 1122 merivî. 22O 438 meriv qenc bûne. Niha hejmara wan meriva, yên ku qenc dibin, 48O8-e.

Hatîye dîyarkirinê, wekî anegorî hesabên 2-ê tebaxê, halê 6O merivî gelekî girane, lê 358 jî girane.

Nexweşê  yaşê xweda herî mezin ku qenc bûye 1O2-salî ye. Merivê  herî cahil, yê ku ji koronavîrûsê wefat bûye, 16 salî bûye.Li cem wê keçê nexweşîyên başqe hebûne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button