Sereke

Wekîlê hêzên Sûrîya Dêmokratîk bang kirîye ku êrîşên Tirkîyayê bidine sekinandinê

Wekîlê hêzên Sûrîya Dêmokratîk Aram Hena bang kirîye, ku êrîşên Tirkîyayê bidine sekinandinê. Ewî bangî civaka navnetewî kirîye ku tevî wê pirsê bibin û êrîşên tirkaye li bakûr-rojhilatê Sûrîyayê bidine sekinandinê. Aram Hena gotîye, wekî dewleta Tirkîyayê êrîşên întênsîv dibe ser kantona Şahbayê û serda zêde kirîye wekî rûyê wan êrîşada binelîyên gunda birîndar bûne.

Bi gotina wî hêzên Sûrîya Dêmokratîk dicêribînin binelîyên edil biparêzin. “Hêzên me bersiva bombebarandina dane û derb gîhandine kirêkirîya.Êrîşên dewleta Tirkîyayê, yên ku ji alîyê kirêkirîyada tên mîyaserkirinê, zyana mezin didine şerkarîya dijî têrorîzmê.Vî alîda civaka navnetewî gerekê cabdarîyê hilde ser xwe. Sekinandina wan êrîşa bona parastina aşîtî û bêqezîyabûna li herêmê gelekî gitrînge”,-ewî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button