Sereke

Arşak Karapêtyan û bayloza ŞAY mecalên pêşxistina hevkarîya ermenîya-amêrîkîyaye nava goveka parastinêda gotûbêj kirine

Wezîrê Ermenîstanêyî parastinê Arşak Karapêtyan baloza Ştatên Amêrîkayêye Yekbûîye li Ermenîstanê Lîn Trêysî qebûl kirîye, wextê kîjanê usa jî cîgirê serokê mîsîya dîplomatî Wîlyam Laîtênên  û wekîlê leşkerîyî tezekfişkirî Grêgorî Payps hazir bûne. Wezîrê parastinê wekîlên baylozxanêyî tezekifşkirî pîroz kirine û bo wan açixî xwestîye. Xanim Trêysîyê jî sirîya xweda Arşak Karapêtyan, girêdayî qulixa nûra, pîroz kirîye û daye dîyarkirinê, wekî ew yek nava zemanê bona Ermenîstanê dijwar diqewime.

Bi hîvîkirina baylozê, wezîrê parastinê halê li ser sînorên Ermenîstanê raber kirîye û daye dîyarkirinê, wekî ji alîyê Adirbêcanêda provokasîya tên mîyaserkirinê. Arşak Karapêtyan derheqa hazirîya alîyê ermenîda daye dîyarkirinê, wekî hazirin bi rêya edil pirsgirêka helkin û pêra jî li ser wê qirarêne ku wê sînora biparêzin.

Wextê hevdîtinê, pirsên derheqa hevkrîya ermenîya-amêrîkîyaye nava goveka parastinêda hatine gotûbêjkirinê. Alîya hazirî elam kirine, ku hevkarîya nava govekên bona herdu alîya hewaskar wê bê berdewamkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button