Sereke

Paşînyanê serekwezîr dêlêgasîya bi serkarîya wezîrê Slovakîyayêyî karên der qebûl kirîye

Nîkol Paşînyanê serekwezîr dêlêgasîya bi serkarîya wezîrê Slovakîyayêyî karên der Îvan Korçok, yê ku bi seredana fermî li Erenîstanêye, qebûl kirîye.

Serekwezîr seredana birêz Korçoke li Ermenîstanê silav kirîye û  pêşkeftina heleqetîyên tevî Slovakîyayê girîng hesab kirîye. Serokê hukumatê bi razîbûn daye dîyarkirinê,wekî ji alîyê Slovakîyayêda bona aşîtî û qewînbûna  herêma Qafqasîya Başûr hewaskarîyê dide kifşê.

Nava vê hemtêkstêda Paşînyanê serekwezîr derheqa halê ku rûyê şerê Adirbêcanêda pêşda hatîye raber kirîye û daye dîyarkirinê wekî pevketina bona paşdavegerandina dîlên ermenî nehatîye mîyaserkirinê.Bi wê yekêva tevayî, hêzên azêrîya ketine têrîtorîya Ermenîstana serbixwe. Serekwezîr gavên hukumata Ermenîstanêye bona dasekinandina şuxulkarîya hevraxeberdanaye nava dorana hemsedirtîya koma Mînskêda daye dîyarkirinê.

Xeberdan usa jî derheqa hevkarîya Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayêda çûye.

Wezîrê Slovakîyîyayêyî karên der derheqa hewaskarîya hevkarîya tevî Ermenîstanêye piralîda daye dîyarkirinê. Xeberdan derheqa hevkarîya nava govekên cudada çûye.

Birêz Korçok daye dîyarkirinê,wekî Slovakîya cedandinên Ermenîstanêye bona îzbatkirina qewînbûn û aşîtîya li herêmê qîmet dike û helkirina pirsgirêka Qerebagêye nava hemsedirtîya koma Mînskêda girîng hesab kirîye. Ewî derheqa piştgirîya welatê xweye hindava cedandinên koma Mînskêda elam kirîye.

Fikir dora qewînkirina înstîtûtên dêmokratîke li Ermenîstanê, şuxulkarîyên li herêmê, hatine pevguhartinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button