Sereke
Jina kurd, serokbajara Reqayê, xelata navnetewî stendîye
Jina kurd, serokbajara Reqayê, xelata navnetewî stendîye.Ev bajar DAÎŞ-ê çawa paytexta Xelîfetê elam kiribû.
Lêyla Mistefa xelata navnetewîye sala 2O21-ê, ya serokbajarîyê stendîye bona wê yekê wekî ewê cedandin dane xebatê, ku bajarê wêranbûyî bide dasekinandinê.
Lêyla Mistefa 3O salî bû, wextê ku ew bû serokbajara Reqayê. Mîsîya wê ewe ku bajarê xwe bide dasekinandinê, yê ku bûye şedê xirabkarîyên DAÎŞ-ê û wextê şêr hatîye wêrankirinê.Ew bajar sala 2O14-a ketibû destê DAÎŞ-ê.Wa gotî Xelîfet, sala 2O19-a hate hincirandinê. Bajarê Reqayê ji hewê gelek cara hatîye bombekirinê, wextê ku ew dixwest aza bikirana.
Piştî xilazbûna şêr, bi hezara meriv paşda vegerîyane Reqayê.