Sereke
Li Almanîyayê ew pêşnîyar hatîye pêşdakişandinê, ya ku bang dike ku komkujîya êzdîya naskin
Ev pêşnîyara fermî bangî hukumata Almanîyayê dike, ku bi fermî xirabkarîyên DAÎŞ-ye dijî kurdên êzîdî çawa komkujî naskin, yên ku sala 2O14-a li Şengalê qewimîne. Niha 9148 îmze hatine berevkirinê. Çawa ku “Deutsche Welle”-ê ragîhandîye, ev pêşnîyar gerekê 5O OOO îmza berevke bona ku li parlamênta Almanîyayê ew pirs bi berfireyî bê guhdarkirinê. “Dîyaspora êzdîyaye here mezin li Almanîyayêye, lê piştgirî nayê kifşê”,-doktora fîlosofîyayê Roza Bûrçê Twittereda nivîsîye.
Parî Îbrahîm, hîmdar û serokê Fonda êzdîyên azad gotîye Kurdistan 24-ê, wekî naskirina komkujîya êzdîya hema armanca dîyaspora êzdîyaye.