Sereke

“Heyîna Adirbêcanê bin qezîyayêdane”: Îran eşaretîyê dide Bekûyê

Hukumkirina serokatîya Adirbêcanêye tevî Îsrayêlê dikare bona heyîna Adirbêcanê bibe qezîya. Derheqa wê yekêda fermandarê hêzên korpûsa şorişa îslamî Husêyn Pûrsmayîl gotîye.Bi fikira wî, Îsrayêl piş elametîyên Bekûêye dijî Îranê sekinîye. Bi gotina Pûrsmayîl gefxwerinên Îsrayêlê bi devê serokatîya Adirbêcanê tên raberkirinê û ew yek ne tenê dijî berjewandîyên Bekûêye, lê pêra jî bona heyîna wî welatî qezîyaye.

“Dîroka nû dide kifşê, ku yazîya wan rêbera çi cûreyî bû, yên ku bawarîya xwe li Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî û Îsrayêlê dianîn”,-Kûrsmayîl gotîye.

Pêşda serokê Adirbêcanê Îlham Elîyêv gotibû, ku telîmên Îranêye leşkerî bo çi hê pêşda nedihatine derbazkirinê. Berdevkê wezîreta Îranêye karên der Sehîd Xatîbzade elam kirîye, wekî derbazkirina telîma mafê welête. Lê diha dereng cîgirê fermandarê korpûsa şorişa îslamî Elî Serdar bersiva serokatîya Adirbêcanê çawa ya zaroka nav kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button