Sereke

Îlham Ahmedê bang kirîye ku wan meriva bigrin, yên ku êrîş birine ser ofîsa Rûdawêye li Qamişloyê

Nevsa derecebilinde li admînîstrasîya Rojavayê bang kirîye, ku wan meriva bigrin, yên ku li piş êrîşa ser ofîsa Rûdawêye li Qamişloyê sekinîne. Ewê ser gotina xweda zêde kirîye, wekî kirinên wî cûreyî zyanê didine admînîtrasîya kurdaye li Sûrîyayê.

«Em tu cûreyî  wan bûyara afû nakin»,- Îlham Ahmedê gotîye.

Em bêjin, wekî roja sêşemê êrîş biribûne ser ofîsa Rûdawêye li Qamişloyê.Îlham Ahmedê usa jî daye dîyarkirnê, wekî ew menîya êrîşê jî nizanin.

Hêzên  bêqezîyabûnê niha lêpirsînê derbaz dikin, lê hetanî niha tu meriv nehatine girtinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button