Sereke
Pêşîya vekirina rêya gerekê dîlên leşkerî bi wan rîya paşda vegerin: Sîmonyan
Bona serokatîya Ermenîstanê pirseke here girîng paşdavegerandina dîlên ermenîye, yên ku li Adirbêcanê bi neqanûnî tên xweykirinê. Bi ragîhandina Armênprêssê, derheqa wê yekêda serokê parlamênta Ermenîstan Alên Sîmonyan gotîye rojnamevana.
“Dîlên leşkerî gerekê zûva bihatana paşdavegerandinê. Adirbêcan borcdarîyên xwe naqedîne û menîyên çêkirîye cûre-cûre tîne meydanê”,-Sîmonyan gotîye.
“Roja îroyîn, dema ku em derheqa vekirina rêya, pêwandîya û aşîtîyêda xeber didin, lazime tiştekî her dem bêjin, wekî xêncî vekirina rêya, gerekê pêşda dîlên meye leşkerî paşda vegerin”,-ewî gotîye.
Wextê rasthatinên xweye li Rûsîyayê, ewî gotûbêjkirinên konkrêt derbaz kirine.