Sereke

Aktîvîstên êzdî elametîya 18 welata, ya girêdayî dîlên bêser-berate undabûyîra, silav dikin

Aktîvîstên êzdî elametîya 18 welata, ya girêdayî dîlên bêser-berate undabûyîra, silav  kirine.Gilî derheqa bi hezara jin û zarokên êzdîyadane, yên ku ji alîyê koma têrorîstîye DAÎŞ-ê da sala 2O14-a hatine revandinê. Ew meriv hetanî niha çawa merivên bêser-berate undabûyî tên hesabê.

Êrîşa sala 2O14-a ya ser Şengalê û rasta Nînêvîyayê bi hezara meriv mecbûr kirin ku malên xwe bihêlin û dûrbikevin. DAÎŞ-ê bi hezara meriv revandin, zarokên kurîn werguhêzî leşkerên xwe kirin, lê jin û zarokên mayîn frotin”,-nava elametîyêda hatîye gotinê.

Nava wê navnîşêda ew welat evin: Albanîya, Ermenîstan, Aûstralîya, Xorvatîya, Danîya, Êstonîya, Gurcistan, Macaristan, Latvîya, Lîtva, Nîdêrland, Polonîya, Slovakîya, Slovênîya, Swêd, Brîtanîya Mezin, Malta û Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî.

Meha tebaxê aktîvîstên êzdî destpê kirin bangî civaka navnetewî bikin, ku alî wan bikin ku keçên êzdîyaye  undabûyî paşda vegerînin.Nîveka meha îlonê 80 teşkîlet û pêşezana bang kirin ku cedandina bidine xebatê, bo ku merivên bêser-berate undabûyî xilazkin. Komên êzdîya elam dikin, wekî here kêm 2763 jin û zarokên êzdî hê nehatine dîtinê, lê hejmara yên kuştî jî eyan nîne, çimkî hetanî niha dîsa cinyazên bi massayî binaxkirî tên dîtinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button