H’emû nûçeSereke

Nava elmetîyada derheqa sivderada tu tişt nayê gotinê:Paşînyan cîgirê serokwezîrê Rûsîyayê qebûl kirîye

Nîklo Paşînyanê serokwezîr cîgirê serokwezîrê Rûsîyayê Alêksêy Ovêrçûk qebûl kirîye. Serokwezîr seredana Ovêrçûke li Ermenîstanê silav kirîye û daye dîyarkirinê,wekî ew bona gotûbêjkirina rojevê mecaleke başe.

“Dixwezim bidime dîyarkirinê, wekî ez xebata komîsîya xebatêye sêalî, ya bi hemsedirtîya cîgirên serokwezîrên Rûsîyayê, Ermenîstanê û Adirbêcanê, bilind qîmet dikim. Ez hêvîdarim, wekî emê bighîjine helkirinên konkrêt.

Girêdayî vê yekêra ez dixwezim vê yekê bêjim: Ermenîstan hindava elametîyên 9-ê mijdarê û 11-ê meha çile amine, yên ku derheqa vekirina hemû rêyên transportê û êkonomîkîye li herêmêne. Feqet ez dixwezim bêjim, wek elametîyên ji alîyê Adirbêcanêda belavkirî, yên ku derheqa sivderadanin, gelekî xirab hukumî li ser kardarîya xebata me û atmosifêrayê dikin, bi taybetî bi hesabhildana wê yekê, wekî nava elametîyên meye sêalîda derheqa sivderada tu tişt nayê gotinê.Ez usa difikirim, wekî Adirbêcan dicêribîne femdarîyên xwe bide ser komîsîyayê û xwestinên xwe bide mecbûrkirinê, lê ew yek bona me tiştê qebûlkirinê nîne. Ez dixwezim careke mayîn îzbatkim, wekî Ermenîstan hewaskare ku rêyên  herêmêye transportê û êkonomîkî bêne vekirinê. Min gelek cara elam kirîye,wekî  em hazirin berbi helkirinên konkrêt herin, fikira kîjana gerekê evbe:Ermenîstan gerekê rêyên avtomobîla û rîya hesinîye nava Adirbêcanêra bistîne, Adirbêcan  gerekê rêyên hesinî û avtomobîla nava Ermenîstanêra bistîne, nava wanda usa jî rîya ji Adirbêcanê berbi Nexçêvanê.

Nava dokûmêntên meda gilî derheqa vekirina rêyên transportê û êkonomîkîdane, tabîya me wî cûreîye û em pêşnîyar dikin ku pêwandîyên rîya hesinî, yên ku hêna Sovyêta berê hebûne, bêne dasekinandinê, usa jî rîya avtomobîla, yên ku hêna Sovêyta berêda hebûne, nava wanda usa jî ya berbi Nexçêvanê”,-Paşînyanê  serokwezîr gotîye.

Alêksêy Ovêrçûk razalixî elamî serokwezîr kirîye, bona hevdîtinê û qîmetkirna koma xebatêye sêalî.

“Em bi rastî bi wê mandatê dixebitin, ya ku We tevî serokên welatên me nava dorana elametîyên 9-1O-ê mijdara sala 2O2O-î û 11-ê çileya sala 2O21-êda raber kirine. Ez dixwezim bêjim, wekî em tevî hevalkara, cîgirên serokwezîra nava pêwandîyadanin. Me heyşt hevdîtin derbaz kirine, ji kîjana  çar bi cûrê vîdêyokonfêransê bûne, lê wextê çarên mayîn em li cem hev hazir bûne.

Bi wê yekêva tevayî, em herroj bi têlefonê diaxivin, pirsa gotûbêj dikin, bona ku rêyên bona hemû alîya çawa yên qebûlkirinê bibînin. Hûn zanin, wekî pêşezanên goveka rêçêkirinê jî xebitîne. Roja îroyîn em zanin ku halê  rîya çiîye.Li ser hîmê civîna heyşta, ya koma xebatêye sêalî, emê bighîjine helkirinên konkrêt. Ew yek li ser wê yekê tê hîmdanînê, wekî serbixwetîya rîya dimîne bin kontrola wan welatada, nava kîjanara ew rê derbaz dibin. Hemû kontrolkirin wê bêne mîyaserkirinê û ew yek gerekê li ser hîmê wekehevtîyê bê kirinê”,-Alêksêy Ovêrçûk gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button