H’emû nûçeSereke

Serokkomarê Ermenîstanê Armên Sargsyan pîrozbayî ser navê serokê ŞAY Co Baydên şandîye

Serokkomarê Ermenîstanê Armên Sargsyan, girêdayî roja bûyînêra, pîrozbahî ser navê serokê Ştatên Amêrîkayêye  Yekbûyî Co Baydênra şandîye.

Ji Armênprêssê ragîhandine, wekî namêda bi taybetî hatîye gotinê:

“Ez bi germayî  roja bûyîna We pîroz dikim, Wera tendurustîya baş, xweşbextîyê û açixîya dixwezim.

Ez bi hewaskarî hevdîtina meye li Glazgoyê, ya nava van rojên derbazbûyîda, bîr tînim.

Ez hêvîdarim wekî pêşerojêda jî mecalên nû wê hebin,ku em pirsên dualî gotûbêj bikin.

Pêwandîyên Ermenîstanê û Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî li ser hîmê qewînin û pêrspêktîvên wan jî hene.Rol û emekê We nava hevkarîya dualîda mezine.

Ez şame, wekî dîyaloga di navbera welatên meda hewaskare.Nava karê naskirin û gunehkarkirina komkujîya Ermenîda  hemû ermenî û ez bi xwe emekê We bilind qîmet dikin.

Ez hêvîdarim, wekî bi saya pêwandîyên Weye şexsî, cedandinên tevayî û hevkarîya dualî dikare qewateke nû bistîne.Ez gumanim, wekî emê bi hevra hevkarîya meye dualî, boy herdu welat û cimetên me bidine pêşxistinê”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button