13-ê kanûnê hêzên kurdaye bêqezîyabûnê lîdêrekî DAÎŞ-ê nêzîkî Helebcê, li provînsîya Silêmanîyê girtine. Derheqa wê yekêda koalîsîyona navnetewî elam kirîye.
Pêşîya wê yekê li Helebcê û li nehîyên nêzîkî wê 25 meriv hatine girtinê, yên ku DAÎŞ-ê va girêdayî bûne.
Ev yek dijî êrîşên DAÎŞ-ye nava hevtîyên dawîda qewimîye, wextê kîjana ji 2O zêdetir pêşmerge û sê binelîyên edil şihîd ketibûn.
Hevtîya derbazbûyî, li Kifirîyê, hêzên meşmerga opêrasyîona dijî DAÎŞ-ê destpê kirine.