H’emû nûçeSereke

Serokwezîr sêkrêtarê Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîv qebûl kirîye

Nîkol Paşînyanê serokwezîr  sêkrêtarê  Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîv Stanîslav Zas qebûl kirîye.

Serokwezîr sêkrêtarê  Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîv li Yêrêvanê silav kirîye û daye kifşê, wekî seredana wî mecala başe  bona ku halê li herêmê gotûbêj bikin, usa jî şuxulkarîya  Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîv, ya sala 2O21-ê, tomerî bikin.

“Emê derheqa wê yekêda ku çi bernamên sala 2O22-a hene, û bi wê yekêva tevayî derheqa kêmasîyên mêxanîzmada xberdin.

“Belê, emê derbazî li ser cabdarîya halê zona Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîv bibin. Eva  gelekî girînge û wê gelekî hewaskarbe ku em derheqa qîmetkirinên We da bibihên”,- Nîkol Paşînyan  daye kifşê.

Stanîslav Zas razalixî elam kirîye û daye kifşê, wekî plana Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîve bona sala tê hatîye hazirkirinê.

 “Ew yek mîyaserkirina birîyarên wextê civînên meha îlonê qebûlkirî û usa jî pêşniyarên ji alîyê ermenîda raberkirîye. Ev plan îdî hazire û tevî gelek welata hatîye qayîlkirinê.

Min dixwest bida kifşê, wekî plana meye hîmlî bi kîjanê wê sêkrêtarê bixebitin, ştabên sereke,û  gelekên mayîn, hemû  înîsîyatîv û pêşnîyar  hatine nîşandayînê, kîjan li civîna Duşembêye payîzê ji alîyê wezîrên karên der, wezîrên parastinê û serokên welatada hatine gotinê.

Li wir usa jî pêşnîyarên  we hatine dîyarkirinê, kîjan li  civîna payîzêye li Duşemê ji alîyê  Weda hatine bilindkirinê.Welatên  me îzbat kirine, wekî hazirin sala tê bi wê  pêşnîyarê bixebitin, kîjan hatine pêşnîyarkirinê, usa jî alîyê welatê serokatî, Ermenîstanê”,- sêkrêtarê Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîve daye kifşê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button