Amêrîkîya “Şaşîke mezin” kirîye, wekî li ser wê pirsê nesekinîye ku beşa konstîtûsîya Îraqêye 14O-î nehatîye mîyaserkirinê, ya ku derheqa têrîtorîyayên hevraqayîlnekirîdane. Derheqa wê yekêda dîplomatê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûîyî li Îraqêyî berê û baylozê amêrîkîyî li Sûrîyayêyî berê Robêrt Ford gotîye.
Ford ji sala 2OO4-a hetanî 2OO6-a li baylozxana Ştatên Amêrîkayêye Yekbûîye li Bexdayê çawa şêwirmendê sîyasî, lê ji sala 2O11-a hetanî 2O14-a baylozê Ştatên Yekbûîyî li Sûrîyayê xebitîye.
Ford serda zêde kirîye, wekî Îraq û hukumata wê niha li ber dijwarîya disekinin, wextê ku dixwezin niha hukumata nû sazkin.
“Heger hukumat elam dike, wekî gerekê ji hemû rezedilvana sîliha bistîne, ew problêma mezine”,- ewî gotîye û serda zêde kirîye, wekî rûyê wê yekêda dikarin pevçûyînên sîlihkirî hebin.
Beşa konstîtûsîya Îraqêye 14O-î bang dike ku pirsgirêkên girêdayî têrîtoîyayên li provînsîyayên Dîyalê, Kirkûkê, Naynavayê û Salhedînêva girêdayî helkin. Anegorî wê yekê gerekê sîyasîya erebîzasîyakirinê bê rastkirinê, ya ku ji hêna Sedem Husêynda destpê bibû. Hetanî sala 2OO7-a gerekê rêfêrêndûm bihata derbazkirinê, anegorî kîjanê gerekê bihata zelalkirinê, ku kîjan têrîtorîya gerekê bin admînîstrasîya Herêma Kurdistanê, yan jî hukumata Îraqêye Fêdêralda bûna.