H’emû nûçeSereke

Meremê provokasîyayên azêrîyaye li Arsaxê: Abrahamyan

Parlamêntvanê  Ermenîstanê Tîgran Abrahamyan derheqa provokasîyayên azêrîyaye li Arsaxê xeberdaye.

Bi fikira wî, provokasîyayên azêrîyaye li Arsaxê mîyaserkirî bi du sedemane, ji kîjana yek bêhurmetkirina mîsîya rûsîye aşîtîparêzîyêye, lê ya mayîn ewe, ku li Arsaxê atomosifêra tirsê sazkin.

“Bi helandana Tirkîyayê, Adirbêcan carina dicêribîne derba bighîne û bide kifşê,wekî mîsîya rûsîye aşîtîparêzîyê yan rast nayê kirinê, yan jî bi temamî nayê kirinê. Van rojên dawî kanalên azêrîya û tirka, yên ku ji alîyê hukumatêda tên kontrolkirinê, hîmlî înformasîyayên dijî rûsa belav dikin, û ew yek jî girêdaîye wê yekêra, wekî hêzên Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîv li Qazaxstanê hatine cîhwarkirinê”,- parlamênîvan gotîye.Ewî serda zêde kirîye, wekî Adirbêcan pêra jî usa dike, ku li Arsaxê atmosifêra tirsê pêşda bê û ermenî ji cîh û warên xwe derkevin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button