H’emû nûçeSereke

Ermenîstan dikare dironên klasa stratêcî çêke: şiroçîyê leşkerî

Şiroçîye leşkerî Davît Harûtyûnov, wextê weşana Spûtnîk Armênîyayê derheqa wê yekêda xeberdaye wekî hetanî dawîya salê, Ermenîstanê destbi çêkirina dirona bike.

Hetanî sala 2O18-a li Ermenîstanê diron hatine çêkirinê, yên ku hîmlî bona klasa cesûsîyê bûne. Roja îroyîn mecal heye ku dironên klasa stratêcî çêkin.

“Girîngîya dirona gelekî modêrine, çimkî welat hewcê qewata mêrive. Sîstêma dironaye parastinê dixweze ku hukumê ne tenê pasîv, lê aktîv hebe, tevî kîjanê gerekê bibin hêzên hewêye leşkerî û ew yek wê mecalê bide derbên  kardar bighînine sîstêma, kîjana dironên dijmin didine xebatê”,- şiroçîyê leşkerî gotîye.

Çawa bersiva wê pirsê, ku gelo hetanî dawîya sala 2O22-a şikilê tomerî wê hebe, yan na, wezîr gotîye ku wê hebe û diqewime diha zû ew yek bibe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button