SerekeSîyasî

Binelîyên sîvîle li ser têrîtorîyayên hevraqayîlnekirî hêzên pêşmerga silav dikin

Çawa bersiva êrîşên DAÎŞ-ê ye li ser nehîyên ku di navbera Hewlêrê û Bexdayêda nehatine hevraqayîlkirinê, hêzên Herêma Kurdistanê û eskerên îraqî opêrasîyonên tevayî li ser van têrîtorîya destpê kirine.

Binelîyên sîvîl xwe nava bêqezîyabûnêda dibînin,  dema ku li ber çevên xwe hêzên peşmerga dibînin. Derheqa wê yekêda binelîyên  nehîya Sergaranê, ya li provînsîya Kirkûkê gotine.

Pêşmerge û eskerên îraqî li nehîya  Sergaranê opêrasîyona tevayî dijî DAÎŞ-ê destpê kirine. Derheqa wê yekêda gênêral Sîrvan Barzanî gotibû kanala Kurdistan 24-ê.

Pêşda eskerên îraqî û hêzên kurda, piştî êrîşa DAÎŞ-ê, ketibûne gundê Lebanê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button