Cîgirê serokê parlamênta Kurdistanê Hêmin Hewiramî li Moskvayê li înstîtûta rojhilatzanîyê qesidîye û rastî berpirsîyarê beşa kurdî Elîkbêr Elîkbêrov hatîye.
Wextê hevdîtinê, halê li Herêma Kurdistanê, Îraqê û li temamîya herêmê, usa jî pêwandîyên dîrokîye di navbera Herêma Kurdistanê û Rûsîyayêda hatine gotûbêjkirinê.
Hêmin Hewiramî daye dîyarkirinê, wekî hevraqayîlbûna di navbera parlamênta Kurdistanê û înstîtûta rohilatzanîyê wê zanistîyê û lêkolîna bide berfirehkirinê. Himin Hewiramî derheqa parlamênta Kurdistanêda raber kirîye.
Li beşa înstîtûtêye kurdî ewî derheqa piştgirîya parlamênta Kurdistanêye hindava xebata înstîtûtê daye dîyarkirinê.