CîhanSerekeSîyasî

Adirbêjcan 38 dîlên ermenîye leşkerî aza bernade: Mîrzoyan li Orgenîzeya Netewên Yekbûyî bi axaftin pêşda hatîye

Ji roja îzbatkirina agirbestê îdî 16 meh derbaz bûne, lê Adirbêjcan 38 dîlên ermenîye leşkerî aza bernade. Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan di derbarê wê yekêda wextê civîna Orgenîzeya Netewên Yekbûyî gotîye. Ev înformasîya malpera wezîreta karên derda belav bûye.

Mîrzoyan daye dîyarkirinê, wekî piştî şêr yazîya bi seda mervên bêser-berate undabyî û yên bi destê zorê undabûyî hê nehatîye eşkerekirinê.

Ewî bîr anîye, wekî mecalên 7-ê kanûna sala 2021-ê, yên ji alîyê mehkema Navnetewîda pêşniyarkirî, yên ku Adrbêcanê mecbûr dikin ku gavên rasîstîye hindava ermenîya bêne sekinandinê, gerekê bêne mîyaserkirinê. Bi gotina Mîrzoyan, ev mecal wê sîyaseta Adirbêcanêye dijî ermenîya bidine eşkerekirinê. Piştî vê yekê li herêmê qewînbûn, aramî, heqîtî û parastina mafên mêriv wê bêne çareserkirinê.

Ararat Mîrzoyan bîr anîye, wekî endamên orgenîzeyê çend cara berbirî Adrbêcanê bûne. Nava wê yekêda ev hemû pirsgirêk hatine dîyarkirinê. Lê Adirbêcanê nexwestiye bersivê bide û ev yek geveke dijî mêxanîzma Orgenîzeya Netewên Yekbûyî ya mafên mêrv e.

“Cezanekirin teribandinên nû pêşda tîne. Xêncî Qerebaxê Adirbêcan teribandinên mafên mêriv usa jî li ser sînorê Ermenîstanê berdewam dike, li kîderê binelîyên sîvîl ji provokasîyayên hêzên Adirbêcanê ziyanê dikevin”,- ewî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button