SerekeSîyasî

ŞAY li ser wê yekê dixebite, ku bona parastina hewê Hewlêr û Bexda mecalê bistînin

Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî li ser wê yekê dixebitin, bona ku piştgirîyê bidine hukumata Herêma Kurdistanê û hukumata Îraqêye Fêdêral ku ew bikaribin mecalên xweparastinê, yên bona dijî rokêta, bistînin. Derheqa wê yekêda şêwirmendê qesira Sipî, yê pirsên  bêqezîyabûna miletîê Cêyk Salîvan gotîye.

Ewî êrîşa ser Hewlêrê gunehkar kirîye û daye dîyarkirinê, wekî nava encamê wê êrîşêda tu avayîkî Ştatên Yekbûyî zîyanê neketîye. Salîvan gotîye, wekî Ştatên Yekbûyî wê hemû tiştî bike, ku cimeta xwe, berjewandîyên xwe û hevkarên xwe biparêze.

Sêkrêtarê Ştatên Amêrîkaêye Yekbûîyî dewletê Êntonî Blînkên jî bona gotûbêjkirina êrîşa ser Hewlêrê, serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanîra têlêfon kiribû.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button