H’emû nûçeSereke

Mesûd Barzanî li Hewlêrê agirê Newrozê vêxist

Lîdêrê kurd Mesûd Barzanî û serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Hewlêrê agirê Newrozê vêxistine.

Heytehola cejina Newrozê li parka Hewlêrêye şanedarê derbaz bûye. Bi vê yekê cejina kurdîye sala Nû despê bûye, ya ku ji alîyê kurdên Îraqê, Îranê, Tirkîyayê, Sûrîyayê û yên parçên dinîyayêye cuda-cuda 21-ê adarê didine kifşê.

Heytehola Cejina Newrozê bi fêstîvala azayê û Newrozê ser hevda hatîye, ya ku pêşkêşî azakirina Hewlêrêye ji rêjîma BAAS-ê, ya 11-ê adara sala 1991-ê, kiribûn.

Li bajarên Kurdistanêye mayîn jî cejina Newrozê hatîye kifşkirinê.

Newroz cejina miletîyêye kevinare, ya ku ji alîyê hemû kurdên dinîyayêda tê derbazkirinê. Ev cejin 21-ê adarê destpê dibe.

Nenihêrî wê yekê, wekî Newroz Cedjina kurdaye miletîyêye, lê gelek miletên herêmê jî vê cejinê didine derbazkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button